25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî yekşemê diçe Bexdayê..Vê carê bi pêşniyarên nû diçe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li gorî agahiyên Dilşad Şeban, Yekşema bê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê û ew serdan yekalîker dibe û vê carê bi pêşniyarên nû diçe. Herwiha Şeban tekez kir ku, Serokwezîr ya dê rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê temam bike û yan jî dê hilweşîne.

Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e ku roja yekşema bê şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê û pirsa petrol û mûçeyan yekalî bike, ji ber ku ya dê rêkeftin bi temamî ser bigire û yan jî dê were hilweşandin, ji ber ku Bexda hêncetan derdixe.”

Dilşad Şeban wiha got: “Bexda dixwaze Herêma Kurdistanê ji roja yekê de rojane 550 hezar bimîl petrol bide. Li cem me li Herêma Kurdistanê ti pirsgirêk nîne û em rojane 250 hezar bermîl dişînin, lê li Kerkûkê pirsgirêkên teknîkî hene, lewma em nikarin ji roja yekê de 550 hezar bermîl bişînin, lê pirsgirêka teknîkî ya Kerkûkê tê çareserkirin. Hinek kes li Bexdayê hene ku naxwazin nakokî çareser bibin û rêkeftina me serbigire.”

Cîgirê Serokê Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Vê carê şanda Herêma Kurdistanê bi pêşniyarên nû diçe bexdayê, ku her sê mehan carekê rêjeya henardekirinê were diyarkirin, nek rojane, ji ber ku rojin hene ku pirsgirêkên teknîkî derdikevin û ew rêjeya diyarkirî nayê şandin.”

Nûçeyên têkildar