Mesrûr Barzanî: Niha pêwîstiya me bi çekan heye..Pêwîst e peydakirina çekan bibe karê serke yê Amerîkayê

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî bibêje kurd niha pêdiviya xwe bi çek heye. Herwiha dibêje ku pêwîst e peydakirina çekan bo kurdan bibe karê herî sereke yê îdareya Barack Obama.
Rojnameya Washington post a Amerîkayî derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê û serkeftinên Hêzên Pêşmerge de raportek belav kiriye û di raporta han de hevpeyvînek jî li gel Şewirmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê Mesûr Barzanî pêk aniye.
Raporter di destpêka raporta xwe de dibêje em li devera steratejîk ya li Rojavayê Dîcleyê dene, ew dever devera direwşîna panoramaya hêzên pêşmergeye ku beriya demekî di destê terorîstên DAIŞê de bû lê Hêzên Pêşmerge karîn ew devera han rizgar bikin û niha di destê Hêzên Pêşmerge deye.
Reporter herwiha dibêje: “Em li biryargeha serekî ya Hêzên Pêşmerge ligel Şewirmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiyan û di civîna han de Mesrûr Barzanî behsa çawetiya şerê han kir. Mesrûr Barzanî kincên Pêşmerge li ber kiribû û dema behsa êrîşên hêzên pêşmerge dikir destê xwe dirêjî ew nexşeyê dikir ku li ser dîwarê hatibû hilwasîn.”
Mesrûr Barzanî got: Birastî dema terorîstên DAIŞê xwestin zextê li Hewlêrê bikin Kurd rastî şokê hatin lêbelê Kurd karî bilez xwe amade bike û Hêzên Pêşmerge jî bilez karîn pêşrewî bikin jiber ku Serkirdeyên wan karîn peywendî ligel hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê çê bikin û bi vê rengî Kurd karî terorîstên DAIŞê li Hewlêr, Mexmûr, Rebîe û sînorên Sûriya û piraniya deverên din yên parêzgeha Neynewayê dûr bixe.
Lê serkeftin astengî jî li gel xwe tîne, kengî dawî bi şerê rizgarkirina Mûsilê tê? Kurd naxwaze vê bike, Kurd kariye piraniya wan deveran ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dagîrkirin rizgar bike û Kurd dizane şandina hêzên Kurdî bo bajareke sune y a Ereban weke Mûsilê vê kêşeyên siyasî li gel xwe bîne, artêşa Iraqê û çekdarên Şîi û sune di prosesa perwerdehî dene û hîn jî bo ew şera han ya mezin ne amade ne û Obarak Obama jî şandina hêzên bejayî bo Iraqê bidûr dizane.
Kê Mûsil azad dike? Mimkune bo demekî kes nikaribe lêbelê Mesrûr Barzanî di vê derbarê de dibêje: “Eger hun dixwazin ew şerê han bo çend salan bidome vê demê demeke baş li ber destê we de ye bo perwerdekirina artêşa Iraqê lê di dema perwerdehî de vê derfet ji DAIŞê re tê dayîn daku dubare xwe organîze bike û zêdetir xwe pirçek bike, ji ber ku DAIŞ jî her wisa ranaweste.”
Şewirmendê Encûmena Ewlekariya Kurdistanê sedema vê yekê jî şîrove dike ku çima DAIŞê dijmineke metirsîdare û dibêje: “Baştirîn çekê destê terorîstan tirimbîlên bombekirîn e meha derbasbûyî tenê di rojekî de 14 tirimbîlên bombekirî bo ku bi Hêzên Pêşmerge biteqînîn şande eniyên şer, di şerê de gelek tundrewin piraniya wan terorîstên Çeçanî, Qezaqî û Ozbekistanin, xweteqandin cem wan baştir ji xwe teslîm kirinê jiber ku ew xwekojin han wisa dizanin ku li cenetê de vê huriyan bidin wan.”
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku terorîst di nava xwe de jî xwedan kêşe û arîşene, ew terorîstên biyanî yên ku ji wan re Muhacirûn tê gotin ji pere û jinên ku dikevin destê terorîstan xwedan parê şêrên (parê herî zêde yê wane), lê terorîstên navxweyî jî yên ku bi Ensar tên nasîn ji vê yekê nerazîne, li hember ew kesên ku xiyanetê bike gelek acizin, her kesek ku bixwaze ji Mûsilê derkeve dibe gerentî anjî kefîlek dane daku eger venegeriya ew kefîl di şûna vî de were kuştin.
Bo parastina Kurdistan û Iraqê ji terorîstên DAIŞê heta ku Amerîka artêşa Iraqê amade dike, amerîka pişta xwe bi hêzên Kurdî dibeste, ew yek jî bûye sedem da ku Mesrûr Barzanî amaje bi girîngtirîn xal bike û ev jî ewe ku Kurd bilez pêdiviya xwe bi çek heye bi taybetî çekên Amerîkayî bo parastina Hêzên Pêşmerge




