26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keskê.. 30 termên DAIŞê li cihê şer man..Rastî bersiveke tund hatin

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Fermandarekî Fermandeya Dihokê dibêje, derengiya şevê din Hêzên Pêşmerge li 2 gundên sînorê Keskê êrişeke terorîstên DAIŞê têk birin, ku 30 termên wan li cihê şe mane.

Emîd Kamil Herkî Ji Fermandeya Dihokê ji malpera KDP.info re ragihand: “Seat 02:30 vê sibehê, terorîstên DAIŞê bi şofel û çend otomobîlên hamar êriş kirin ser çeperên Pêşmerge li gundên Telrîm, Cemrûd li sînorê Keskê, lê di demeke kurt de ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin şikestin.”

Herkî wiha domand: “Di encama şikestina wan terorîstan de, ew şofel û 3 hemerên wan hatin têkbirin, herwiha 3 laşên wan li cihê şer mane.”
 

Nûçeyên têkildar