26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge li eniyên Mexmûr û Xazirê bi tundî bersiva DAIŞê dan..Şerekî giran bû

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Derengiya şevê din, terosîrtên DAIŞli eniyên Xazir û Mexmûrê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva herdu êrişan dan û êrişên wan hatin têkbirin.

Eqîd Nazim Herkî Fermandarê Fewca 1 ya lîwaya 10 ya Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê li Qereçûx û kaşên Darebizmare yên ser gundên Geraw yên nêzîkî eniya Dûbiz êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi qehremanî bersiva wan dan û heta vê sibehê şer berdewam dikir û di encamê de hatin şikestin.”

Hevdem Emîd Salar Cebar Ehmed fermandarê Hêza 1 ya ya Zêrevanî li eniya Xazir ji malpera PDKê re ragihand: “Seat 3 û nîv terorîstên DAIŞê li gundê Werdekê yê eniya Xazirê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, ku qezenc ji keş û hewayê dîtin, lê hêzên Pêşmerge bi çekên giran bi tundî bersiva wan dan û ew şikenandin.”

Derbarê ziyanên wan terorîstan, herdu fermanderan tekez kirin ku çekdarên DAIŞê gellek ziyan dîtin.

Nûçeyên têkildar