26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berdevkê PDK bo Hevserokê berê yê PÇDKê: Hink serkirdatiya PKKê li dijî yekrêzî û berjewendiya gelê me ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nivîsingeha Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser goinên Fayiq Gulpî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku axaftinên Gulpî dûr in ji rastiyê, ji ber ku PDKê yedeng û yekrêz û yekgotin e. Herwiha tekez kir ku, şêwazê hinek serkirdayetiyên PKKê bo sepandina siyaseteke nerewa ye, ku yekrêziya neteweyî têk bibe û li dijî berjewendiya mezin ya Herêma Kurdistanê be, ku ev yek nayê qebûlkirin.

Daxuyaniya nivîsingeha Berdevkê PDKê:

Birêz Fayeq Gulpî, Hevserokê berê yê Partiya Çareser a Demokata Kurdistanê (PÇDK) di hevpeyvînekê de ligel radyoya Xelk de, gotinên nerast kiriye û gotiye di nava PDKê de balek heye ku dijayetiya PKKê dike û ew bal jî xwedî pirojeyên aborî û bazirganî ye ligel Tirkiyeyê.

Beriya her tiştî PDKê wek partiyekî xwedî dîrokekî li şanazî û xwedî xebat û têkoşan, hemû karên xwe di çarçoveya yasaya partiyan peyrew kiriye û wek partî ti pirojeyekî bazirganî û aborî ligel ti welatekî nîne.

Ji bîra wan çûye yan ji bîra xwe dibin ku ew pêwendiyên me yên ligel welatên cîran di her warekî de bin, di çarçoveya karê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne, ku miha hemû aliyên siyasî di hikûmetê de beşdar in û hemû agahdarî hûrgiliyan e.

Lewma em birêz Fayeq Gulpî û tevahiya welatiyan piştrast dikin ku PDKê ne bal û arasteyên cuda di nav de hene, lê belê di vê dema nazik û hestiyar a dîrokî de ku gelî me ê de derbas dibe û Hêzên Pêşmere li eniyên şer bi şanaziyeke mezin li şûna hemû dunyayê û ligel hevpeymaniya navdewletî şerê DAIŞê dikin, îro ji hemû rojan bêtir yekdeng û yekrêz û yekgotin e û em hemû piştevaniya Serok Barzanî dikin bo parastina ruhê birayetî û wekhevî û pêkvejiyanê û serxistina ezmûna dîmokrasî û bilindkirina pêgeha Kurdistanê li ser asta navdewletî.

Em dupet dikin ku PDKê berdewam dixwaze pêwendiyên baş li ser bingeha rêzgirtin lihev ligel hemû aliyên siyasî deyne û pêwendiyên me jî ligel Tirkiyeyê bi şehadeta Birêz Abdullah Ocalan bo bidestxistina aramiyê ne û piştevaniya pêvajoya çareseriyê û dîmokrasiyê ne.
Em wê yekê tekez dikin ku , şêwazê hinek serkirdayetiyên PKKê bo sepandina siyaseteke nerewa ye, ku yekrêziya neteweyî têk bibe û li dijî berjewendiya mezin ya Herêma Kurdistanê be, ku ev yek nayê qebûlkirin û pêwîst e em hemû di bin ala xwe ya pîroz de cane birayetî bihêz bikin û ji armancên gelê xwe dûr nekevin.
 

Nûçeyên têkildar