Li Fransa serkeftinên Pêşmerge bo Serok Barzanî tên pêşkêşkirin

Fransa-KDP.info- Serok Barzanî û Seroka komîteya peywendiyên derve ya parlementoya Franseyê Elizabeth Gogoi civiyan û di wê hevdîtinê de ji ber serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir.
Êwara roja sêşemê Konsulusê Îraqê yê li Parîsê li ser şerefê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî êwarexwanek amade kir û tê de hijmareke zêde kesayetiyên siyasî beşdar bûn.
Her heman roj beriya destpêkirina êwarexwanê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Berpirsa komîteya peywendiyên derve ya Parlementoya Franseyê Elizabeth Gogoi civiyan.
Di civînê de Gogoi ji ber serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û hêzên pêşmerge kir û herwiha behsa rola jinên Kurd di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi taybetî rola jinên Kurd li Kobanê di şerê dijî terorîstên DAIŞê de kir û ev rola han bi roleke girîng û dîrokî wesif kir.
Di beşeke din ya hevdîtina han de rewşa siyasî ya Iraq, Sûriya û Rola kurdan di nava hevsengiyên siyasî yên deverê de hate nîqaşkirin.




