26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Hêzên Pêşmerge dîsa li DAIŞê dan..9 terorîst kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Vê êvarê çekdarên DAIŞê li Şingalê êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge her zû bi tundî bersiva wan dan û ew neçar kirin ku paşde bikşên, ku di wî şerî de 9 terorîst hatin kuştin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarê, çekdarên DAIŞê ji nava taxên Şingalê êriş kirin, lê ji ber ku cihên stratejîk di destê Hêzên Pêşmerge de ne, her zû Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û wan terorîstan gellek ziyan dîtin.”

Haşim Sîteyî wiha got: “Di wê êrişê de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek birîndar jî bûn. Herwiha çendîn otomobîlên wan jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin têkbirin û termê 5 çekdarên wan li cihê şer man.”
 

Nûçeyên têkildar