26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Fransa civiyan

Çavkanî: KDP.info

Fransa-KDP.info- Roja dûşem li bajarê Parîsê û li Wezareta Bergiriyê yê Fransa, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Jon Ef Lodriyan Wezîrê Bergiriyê Fransa ve hate pêşwazî kirin.

Li kombûnek da ku li keşûhewayekî dostane birêveçû bi têr û tije rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û her wiha serkeftinên Pêşmerge û azadbûna navçeyekî berfireh ji destê terorîstên DAIŞ û azadbûna Kobanê ji aliyê hêzên Pêşmerge û Şervanan ve xistin ber behs.

Her wiha Wezîrê Bergiriyê yê Fransa pîrozbahiya serkeftinê li Pêşmergeyan kir û eve jî behskir ku ew raportên hêzên Fransayî ji Herêma Kurdistanê dinişînin baldikşînin li ser wê yekê ku meşq û rahênan gelek serkeftine û behsa jêhatîbûn û azayetiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Her wiha berdewamiya welatê xwe jî li palpiştîkirina Hêzên Pêşmerge de dûpatkir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da amadekariyên serbaziyên Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo azadkirina bajarê Musilê ji destê terorîstan û her wiha rewşa niha ya terorîstên DAIŞ li Iraq û Sûriye hate guftûgo kirin.

Hêjayî gotinêye ku li vê kombûnê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bû.

Nûçeyên têkildar