26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çekên ku gihîştin Kobanê, bi ser eniyên şer de hatin belavkirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, ev hefteyek bû ku çek û teqemeniyên me kêm bibûn, lê duhî karwanek ji çekan gihîşt destê wan û îro bi ser eniya şer de hatin belavkirin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev hefteyek bû ku çek û teqemeniyên me pir kêm bibûn, lewma gellekî pêşve nediçûn û şervan jî bi bê Hêzên Pêşmerge nikarin bi tenê gellekî pêşve biçin, lê duhî karwanek ji çekan gihîşt destê wan û îro bi ser eniya şer de hatin belavkirin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Emê dîsa dest bi êrişan bikin û di demeke nêzîk de tevahiya gundên herêma Kobanê azad bikin û mizgîniya serkeftinê bidin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Heta niha bêtirî 160 gund hatine rizgarkirin û îro heta radeyekê rewş aramtir e ji rojên borî.”

Nûçeyên têkildar