Nêçîrvan Barzanî vegeriya Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Piştî beşdariya wî di Kongireya Hikûmî li Dubay de, îro piştî nîvro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bi rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Piştî çend rojan ji mana xwe li Îmaratê û peşdarîkirina wî di Kongireya Hikûmî li Dubay û encamdana çendîn hevdîtinên girîng ligel berpirsên pilebilind ên Îmaratê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re îro piştî nîvro vegeriyan Hewlêrê.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Îmaratê çû wî welatî û li wir di hevdîtinên xwe de pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê û rewşa navçeyê û şerê li dijî terorê gotûbêj kirin.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Heman, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk hatibû.




