Bexda reşnûsa rêkevtinameya petrolê li gel Kurdistanê pesendkir
duhî encûmena wezîrên Iraqê reşnivîsa rêkevtinnameya navbera hukûmeta navendî û herêma Kurdistanê de ya derbarê hinardeya petrola Herêmê bo derve kû ji neh xalan pêktê pesend kir. Her di vê derbarê de wezîrê bazirganiya Iraqê ragihand kû, her xalek ji wan neh xalan newê pêkanîn hemû rêkeftin hildiweşe.
Di vê bareyê de, wezîrê bazirganiya Iraqê taybet bo ajansa nûçeyan û radiyo Peyamnêr ragihand: reşnivîsa navbera Herêm û Bexdayê de, ya girêdayî petrolê kû ji neh (9) xalan pêktê, pesend kir û xala herî girîng jî ewe kû pêwîste hukûmeta Bexdayê bi dû qonaxan yek Tiriyon Dînarî Iraqî bide Herêma Kurdistan, ew jî li di heftiya pêş de 650 milyar dinar tê xerckirin, û 350 milyar dinar din jî di çend heftiyên pêş de tê xerickirin, ew jî piştî kû rêyên yasayî bo vê pirsê were dîtin.
Xeyrullah Hesen herwisa got: pêwîste hukûmeta Herêma Kurdistanê jî heta dawiya vê heyvê asta hinardina Petrolê bo derve 140 hezar bermîlî di rojekî de bilind bike, herweha heta dawiya vê salê jî bighîne 200 hezar bermîl di yek rojê de.
Wezîrê bazirganî ev jî xûya kir kû: Her xalek ji wan neh xalan ger newê pêkanîn, hemû rêkeftin tê hilweşandin, bo vê yekê bi nêrîna min ev arîşe berû çareseriyê diçe.
Weha jî got: Komîteyeke herdemî di navbera Bexdad û Herêmê de bi beşdariya çavdêrên darayî tê pêkanîn da kû ev xalane werin pêkanîn.




