26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeyeka PDK serdana Mam Celal kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî şandeyeka Rayedarên PDK bi Serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî serdana serokê komara Iraqê birêz Mam Celal Talebanî kirin.

 Şanda bilind a PDK`ê ku, bi mebesta pirsa rewşa tendirustîya Mam Celal serdana bajêrê Silêmanîyê kir, ji her yek li Cîgirê Serokê PDK`ê Nêçîrvan Barzanî, sekreterê mekteba siyasî Fazil Mîranî û serokê Konseya ewlekariya Netewî Mesrûr Barzanî û Ze`îm Elî û Mehmud Mihemed û Ezedîn Berwarî pêk hatibûn.

Di destpêka vê dîdarê de, ku cihgirê yekem ê sekreterê giştîyê YNK û hejmarek endamên polîtburoya YNK amadebûn, Nêçîrvan Barzanî bi germî bixêrhatina Talebanî kir û şadbûna xwe jî li hember vegeriyana serokê komarê bi tendirustîyeka beş ve da nîşandan.

Serokê komarê jî bi germî bixêrhatina Nêçîrvan Barzanî û şandeya han kir û li hermber pirsîna rewşa tendirustîya wî û evê serdanê, supasîya şandeya han kir.

Di dawîya evê dîdarê de, serokê komara Iraqê li hember pirsîna rewşa tendirustîya wî, supasîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û şandeya han kir û serdana han jî bilind nirxand.

Biryare li çend rojên bê de Talebanî digel her yek li Serokwezîrê Êraqê û çend berpirsekî din yên Êraqê jî bicive.

 

Nûçeyên têkildar