26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Çekên din gihîştin destê Hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî ragihand ku, îro karwanek din ji çekan guhîştin Kobanê û tekez kir ku mizgîniya serkeftinê nêzîk bûye.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şer li Kobanê berdewam dike. Hêzên Pêşmerge û şervan pêşve diçin. Heta niha me bêtirî 160 gund azad kirine. Terorîst direvin û gundan vala dikin. Gellekî lawaz bûne.”

Zêbarî wiha got: “Îro 12 termên DAIŞê ketin destê me de.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê dan ber bombeyan. Ziyanên mezin gehîştin wan çekdran.”

Muslih Zêbarî ragihand: “Îro karwanek din ji çekan guhîştin Kobanê û tekez kir ku mizgîniya serkeftinê nêzîk bûye.”
 

Nûçeyên têkildar