Cîgirê Serokê Emaratê pirtûka xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir

Îmarat-KDP.info- Cîgirê Serokê Emaratê pêşwazî li Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê hevdîtinê de Şêx Muhemed pirtûkeke xwe weke diyarî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.
Îro sêşemê 10/2/2015 Cîgirê Serokê Emaratê yekgitî yên Erebî Şêx Muhemed bin Raşid Almektûm pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyete pê re kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Şêx Muhemed kir ku bo beşdarî kirin di zirveya dewletî ya Dubay ev vexwandiye û Şêx Muhemed jî kêfxweşiya xwe ya li hember amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê di zirveya han de diyar kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa peyweniyên navbera Kurdistan û Îmaratê hate kirin û her du alî amadebûna xwe bo zêdetir bihêzkirina peywendiyên han diyar kirin bi tayebetî peywendiyên siyasî, abûrî û bazirganî.
Nirxandina rewşa deverê bi giştî, şerê dijî terorîstên DAIŞê û girîngiya pêk anîna hevpeymaniya cîhanî li dijî terorîstên DAIŞê çend mijarên din yên vê hevdîtina han bûn û di dawiya civînê de Şêx Muhemed pirtûkeke xwe weke diyarî pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir.




