Kurdistan û Îmarat peywendiyên xwe baştir dikin
Dubey-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rawêjkarê Serokê Îmaratê Şêx Sultan bin Xelife bin Zayid Al Nehiyan re hevdîtin pêk anî.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re di çarçoveya serdana xwe ya Îmaratê de, li bajarê Dubeyê ji aliyê rawêjkarê serokê wî welatî Şêx Sultan bin Xelife bin Zayid Al Nehiyan ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Al Nehiyan behsa pêwendî û dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê kirin û li ser bihêztirkirin û pêşdeçûna wê dostaniyê tekîd kirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser pêşketin û rewşa Herêma Kurdistanê di warên cuda de agahî da nûnerê serokê Îmaratê û da zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên bihêz bi welatên herêm û cîhanê re çêbike û ji ezmûnên Îmaratê di warê geşekirinê de sûd bibîne.
Di hevdîtina her du lîderan de behsa şerê DAIŞê û pêşdeçûna Pêşmerge di wî şerî de jî hat kirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ji bo ku beşdarî civîna serok û lîderên hikûmetên cîhanê bibin, pêr çûbûn Îmaratê.




