26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Iraqê biryara vekirina kunsulxana Erebistanê li Hewlêrê derxist

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Iraqê bi fermî biryara vekirina kunsulaxana Erebistanê li bajarê Hewlêrê derxist.

Encumena Wezîran a Iraqê duhî 9ê şubatê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihîştiye malpera KDP.info belav kir ku, Encumena Wezîran a Iraqê bi fermî biryar daye kunsulxana Erebistanê li Hewlêr vebê.

Wezareta derve ya Iraqê hatiye spartin ji bo temamkirina karên vekirina kunsulxanê li Hewlêrê.

Li gorî wê biryarê kunsulxaneya Erebistanê dikare karê xwe li Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar