26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmarat civiyan

Çavkanî: KDP.info

Îmarat-KDP.info- Îro danê êvarî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdulah kûrê Zayîd Al Niheyan civiyan.

Di wê civînê de herdu aliyan behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Îmaratê kirin û pêşxistina wan pêwendiyan nirxandin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Îmaratê û Nêçîrvan Barzanî rola konsolxaneya Îmaratê li Hewlêrê bilind nirxandin û bi girîng dan zanîn.

Herdu aliyan rewşa navçeyê û pêşhatên dawî û şerê li dijî DAIŞê nirxandin û herdu aliyan tekez jî kir ku ew şer tenê bi çekan nayê kirin, ku divê ji aliyê hizrî ve jî şerê terorê û tundrewiyê were kirin.

Duh êvara yekşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke pê re bi vexwendeke fermî  ya dewleta Îmaratên Yegirtî yên Erebî gihîşt Mîrnişîna Dubeyê û wê li wir beşdariyê kombûna lutka hikûmîda bikin, ku sekretêrê Giştî yê Neteweyên yekbûyî Ban Ki-Moon û jimarek ji şareza û berprsên dezgehên cîhanî  têda  beşdariyê dikin.

Şanda Herêma Kurdistanê jî di civînê de beşdar bûye ku ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî, Wezîrê Darayî Rêbaz Heman, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî û Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm pêk hatiye. Komcivîn dê 3 rojan bidome.

Nûçeyên têkildar