25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Zaiyd Alniheyan civiyan

Çavkanî: KDP.info

Ebû Zebî-KDP.info- Cîgirê Fermandarê hêzên leşkerî yên Îmaratê pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê hevdîtinê de herdu alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Emaratê kirin û tekez li ser bihêztir kirin û berfiretirkirina peywendiyên han di her warî de bi taybetî di ware abûrî de kirin.

Îro li Ebûzebî Cîgirê Fermandarê hêzên leşkerî yên vê welatî Şêx Mihemed Bin Zaiyd Alniheyan pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtinê de Şêx Mihemed kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ku beşdariya zirveya dewletî ya Dubay bûye.

Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî jiber wexandina xwe bo beşdarî kirin di zirveya han de spasiya rayedarên Dubay kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember serdana han diyar kir.

Di beşeke din ya hevdîtina han de her du alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Îmaratê kirin û tekez li ser bihêztir kirin û berfiretirkirina peywendiyên han di her warî de bi taybetî di ware abûrî de kirin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha jiber hevkariyên însanî yên Emaratê spasiya vê welatî kir û balkêşande ser çalakiyên heyva sor ya vê welatî di warê hevkarîkirina penaberan li Kurdistanê de û destxweşiya stafa heyva sor ya Emaratê kir.

Nûçeyên têkildar