Kobanê.. 50 Terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê dibêje, Hêzên Pêşmerge û şervan bêtirî 150 gundan azadkirine. Herwiha 50 terorîstên DAIŞê îro hatin kuştin.
Emîd Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge û şervan li hemû eniyan ve pêşve diçin. Li başûrê Kobanê nêzîkî 40 km pêşve çûne û li rojhilat jî 30 km û li rojavayê Kobanê jî nêzîkî çemê Feratê bûne û bi giştî heta niha 150 gund hatine rizgarkirin.”
Zêbarî wiha got: “Di encama şer û pevçûnên îro de, hêzên kurdî karîne 50 terorîstan bikujin û gellek çek teqemenî ketine destê me de.”
Wî fermandarê Pêşmerge tekez kir ku, “Îro nikarîbûn gellekî pêşve biçin ji ber ku baran bû, lê dîsa jî şer berdewam bû. Herwiha çekdarên DAIŞê ew kurdên ku duhî revandibûn 40 ji wan berdan.”




