26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em dixwazin stratîjiya Amerîkayê bo şikenandina DAIŞê bi bandortir be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, ew dixwazin ku stratîjiya Amerîkayê bo şikenandina DAIŞê bi bandortir be ji ber ku pêdiviya Kurdistanê bi hevkarî û alîkariyên zêdetir yên Amerîkayê heye.

Şewirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bernameyekî kanala NBCNews a Amerîkî de got: “Heta niha di pratîkê de me stratejiya Amerîkayê bo jinavbirina DAIŞê nedîtiye. Lewma em hêvîdar in ku ew stratejiya Amerîka ya heyî ji bo jinavbirina DAIŞê, bikeve warê cîhbicîh kirinê de.”

Mesrûr Barzanî ku beşdarî bernameyê Meet Press a wê kanalê bû, wiha axifî: “Heta niha me di pratîkê de tiştekî wiha cidî nedîtiye ku nîşana wê yekê be bi awayekî bilez DAIŞ were jinavbirin. Bi hezaran bûne qurbanî, jiyana xelkekî zêde xistiye bim metirsiyê bi wêya ku rê hatiye dayîn DAIŞ heta demeke zêdetir bimîne.”

Di heman bernameyî de wek bersifa gazin û rexneyên Mesrûr Barzanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry peyvek pêşkêş kir û got: “Ji bo jinavbirina DAIŞê pêdiviya me bi demek zêdetir heye , ji ber heta niha artêşa İraqê ne amade ye ku rîbirûyê wê grûba radîkal bibe. Ew hêza ku DAIŞê jî jinav dibe, divê hêza Iraqî be, neku hêza Amerîkî, Brîtanî yan her hêzeke din a biyanî.”

Derbarê rola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de jî di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de, Kerry got: “Ez baş ji bilezbûna Barzanî fam dikim û dizanim jî ku Hêzên Pêşmerge gelekî jêhatî û çavnetirs bûn, me jî çek û cebelxaneyeke baş daye wan û hevpeymanên me yên din jî hevkariya wan kirine.” 

Nûçeyên têkildar