Bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne Kobanê

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê dibêjê, vegera xelkê Kobanê berdewam e û heta niha bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne Kobanê, ew jî tevî ku ti pêdiviyê jiyanê lê nînin.
Fermandarê Pêşmerge li Kobanê Emîd Muslih Zêbarî ji malperê KDP.info re ragehand: “Bajarê Kobanê piraniya wê têk çûye û jiyan tê de nabê, ji bilî vê yekê jî ti pêdiviyê jiyanê tê da nînin weke xwarin û vexwarin û karebayê, ji ber ku heta niha şer li dewrûberê Kobanê berdewam e, lê belê tevî vê yekê jî rojane gelek xelk hene vedgerin ser mal û mulkên xwe.”
Emîd Muslih wiha got: “Piştî azadkirina kobanê heta niha bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne nav kobanê û rojane jî xelk vedgerin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê behsa wê yekê jî kir ku, “Niha bêtir ciwan vedgerin Kobanê û peywendiyê bi rêzên şervanan dikin û bi rengekî berçav jimara wan zêde bûye.”
Zêbarî di berdewamiya axavtina xwe de got: “Di dema niha de nebaş e ku xelk vegerin kobanê û nerîna şervanan jî heman tişt e, ji ber ku jiyan bi vî rengî li Kobanê gellekî zehmet e ji ber ti pêdiviyên jiyanê tê da nînin.”




