Li çiyayê Şingalê Kongireya xwe bi dawî tênin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê (Kongireya Komelkujî û Qirkirina Nejadî, Pêşeroja êzîdî û mesîhiyan li Iraqê) dibêje ku roja yekê ji kongireyê gellekî baş birêveçû û biryar e ku îro jî berdewam be û sibe jî li çiyayê Şingalê û di nav Hêzên Pêşmerge de beyannameya xwe ya dawî were xwendin.
Merîwan Neqşebendî Berdevkê Kongireya Komelkujî û Qirkirina Nejadî, Pêşeroja êzîdî û mesîhiyan li Iraqê ji malperê KDP.info re ragihand: “Duhî roja yekê ji kongireyê gellekî baş birêve çû û tê de keçên êzîdî û mesîhiyan daxwaz ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî û berprsên Iraq û Herêma Kurdistanê kirin ku ew keçên hatine revandin bên azadkirin ji destê terorîstên DAIŞê.”
Neqişbendî wiha got: “Sedema ku mîrê êzîdiyan beşdarî kongireyê nebû, ew yek bû ku ew ne birin rêza pêşî ji bo ku rûnê , lê belê bêtir ji 400 kes û kesukarê hawlatiyên ku destdirêjiyî li wan hatibû kirin beşdar bûbûn û ev ji bo me girîng e, ji bo vê yekê beşdar nebûna wî ti bandora wê nîne.”
Merîwan Neqişbendî diyar jî kir ku, “Kongire îro jî berdewam e û me biryar daye ku sibe endamên kongireyê biçine ser çiyayê Şingalê û li wan deverên azadkirî di nava Pêşmerge de beyannama dawî bixwênin.”




