26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

12 terorîstên DAIŞê li Xaneqînê hatin girtin.. 4 ji wan emir in

Çavkanî: KDP.info

Xaneqîn- KDP-info- Li dvereke ser bi bajarê Xaneqînê ve hêzên asayîşa Germiyanê 12 terorîst ser bi DAIŞê girtin. Bi gotina jêderekî 4 ji wan girtiyan emir in û destê wan di şehîdbûna hejmarek ji Pêşmerge û serbazên Iraqê jî de hebû.

Rêveberê Asayîşa Celewla Hejar Ibrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji aliyên hêzên wan ve û piştî komkirina zaniyrî û vekolînên hûr û kûr, duh karîbûn li gundê Selapî yê ser bi bajarokê Neftxane di sînorê bajarê Xaneqînê de 12 terorîstên ser bi DAIŞê bigrin.”

Hejar Birahîm wiha got: “4 ji wan terorîstan emir in û yek jî pasevanê taybet yê dadgeha şeriî ya DAIŞê li Seidiyê bû. Herwiha yek ji wan şufêrê tankerê bû û av bi ser çekdaran de dabeş dikir dema ku li deverê bûn.”

Birahîm ev yek jî zelal kir ku, “Di wan vekolînên ku bi wan re hatin kirin, wan 4 emîran li xwe mukir hatine ku destê wan di şehîdbûna gellek Pêşmerge û serbazên iraqî de hebû û niha radestî dadgehê bûne û vekolîn bi wan re berdewam in.”
Birêveberê Asayîşa Celewla wiha domand: “Di dema ku ev terorîst hatin girtin jimarek çek bi wan re hebû û aşkere jî kirine ku çek û teqemenî li devereke din veşartine.”

Nûçeyên têkildar