25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Biden pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden civiyan û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve gotûbêj kirin.

Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanî li Munichê û di nava hevdîtinên xwe yên ligel Serkirdeyên welatên din yên cîhanê de, îro Serokê Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden civiyan.

Di civînê de rewşa Iraq, Kurdistan û deverê û herwiha şerê li dijî terorîstên DAIŞê hate nirxandin û herdu alî behsa hemahengiya di navbera Amerîka û Kurdistanê de kirin.

Her di hevdîtina han de behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge yên li hember terorîstên DAIŞê û azadkirina navçeyeke berfire ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku pêwîst e bo têkşikandina terorîstên DAIŞê di warê çek û cebelxaneyan de hevkariya Hêzên Pêşmerge were kirin.

Di dawiya hevdîtina han de herdu aliyan behsa çawetiya bihêztirkirina pêwendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê de û pêşkêşkirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve kirin.
 

Nûçeyên têkildar