Zeîm Elî: Pilanên Serok Barzanî yên leşkerî serkeftî bûn..Me 180 km azadkirine

Rojavayê Dîcle-KDP.info- Fermandarê Eniya Rojavayê Dîcleyê Zeîm Elî dibêje, westan û keda Serok Barzanî bûne sedem ku Hêzên Pêşmerge serkeftinên pir mezin li hemû eniyan bidest bînin û berdewam pilanên wan ên leşkerî serkeftî bin.
Zeîm Elî Fermandarê Eniya Rojavayê Dîcleyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Westan û keda Serok Barzanî bûne sedem ku Hêzên Pêşmerge serkeftinên pir mezin li hemû eniyan bidest bînin, lewma em wek Hêzên Pêşmerge destxweşiyê li Serok Barzanî dikin ji bo wan pilanên serkeftî ku datîne û hemîşe pilanên wî yên leşkerî serkeftin bidest anîne.”
Derbarê rewşa navçeyên azadkirî jî, wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Niha rewşa navçeyên azadkirî pir aram e. Pêşmergeyên me mijûlî bihêzkirina çeperên xwe ne, da ku terorîstên DAIŞê carkê din êriş nekin, ew jî tevî ku tevgera wan nemaye, lê dîsa morale Pêşmerge pir bilind e û heta niha 180 km ji wê navçeyê azad kirine.”




