Serok Barzanî: Civîna me ligel McCain gellekî baş û nerênî bû

Almanya-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî balkişande ser civîna ligel Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkî John McCain û ew civîn bi “Gelekî baş erênî ” da zanîn. Herwiha diyar kir ku di civînê de tekez li ser alîkariya bêhtir bo Herêma Kurdistanê hat kirin.
Îro, 08.02.2015, Li bajarê Munich ê Almaya, civînek di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Senatorê Komarîxwaz ê amrîkî John McCain de birêve çû.
Piştî bidawîhatina civînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dezgehên ragihandê re ragihand ku, civîna ligel John McCain “Gelekî baş û erên bû”.
Derbarê naveroka civîna ligel McCain de, Serok Barzanî got: “Behsa rola Pêşmerge, alîkariyên mirovî bo penaberan hatkirin. Herwiha tekez li ser alîkarîkirina bêhtir bo gelê Kurdistanê jî hat kirin.”
Di wê civînê de serkeftinên Hêzên Pêşmerge bi ser çekdarên DAIŞê û alîkariya penaber û koçberên li Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê hatin nirxandin.
Herwiha Senatorê Komarîxwaz ê Amerîkî John McCain û şanda lige kêfxweş bûn bi berxwedana Pêshmerge û rola ku ew li Iraq û Kurdistanê digêrin û piştevaniya welatê xwe bo Hêzên Pêşmerge dûpat kir.
Serok Barzanî wiha got: “Hevdîtinên me hemû girîng bûn. Bi taybetî civîna me ligel Şêwrimenda Almanyayê Angela Merkel, pir baş û serkeftî bû. Merkel pir girîngî bi rewşa Herêma Kurdistanê dide, herwiha ji min re got ku biryar welatê wê biryar daye çekê zêdetir û baştir ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku ev gotineke pir xweş bû.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Tişta ku cihê dilxweşiyê ye ku, hemû bi çavê rêzê li qehremaniya Hêzên Pêşmerge dinerin.”




