Serok Barzanî: Çekên ku gehêştine destê me bandora wan hebû

Almanya-KDP.info- Serokê Kurdistanê dibêje ew çekên ku gehêştine destê Hêzên Pêşmerge bandora xwe hebûne. Herwiha tekez kir ku, Hêzên pêşmerge karîne derbên dijwar li terorîstên DAIŞê bidin û erdnigariyeke berfire ji destê terorîstan azad bikin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoweya konferasa asayîşa cîhanî de yaku li bajarê Munichê hatiye lidarxistin beşdariya semînarekî kir û balêşande ser şerê dijî terorîstên DIŞIê yaku ji aliyê hêzên pêşmerge û gelê Kurd ve tê meşandin û got: “Hêzên pêşmerge karîne derbên dijwar li terorîstên DAIŞê bidin û erdnigariyeke berfire ji destê terorîstan azad bikin.”
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku hêzên pêşmerge derbên gelek dijwar li terorîstan dane û serkeftinên gelek mezin bidest xistine û ev çekên ku heta niha ji hêzên pêşmerge re hatine şandin bandora wan hebûye û îro jî hin alî soz dane çekên din ji bo hêzên pêşmerge bişînin.
Derbarê rewşa aware û Penaberên ku li Kurdistanê de ne Serok Barzanî got: “Heta niha Kurdistanê pêşwaziya zêdetir ji 1miliyon 600 hezar Penaberan kiriye û ew hijmara han ya zêde jî rewş hine aloztir kiriye jiber ku hevkarî kirina tevahiya wan Penaberan astê karîn û derfetên hikûmeta Kurdistanê derbas kiriye.”
Di bersifa pirsekî de derbarê mafê gelê Kurd û sîronên Kurdistanê û peymana skakspicotê de jî Serok Barzanî got: “Piştî sed sal ji vê peymana han, ev dabeş kirina ku li gor peymana han pêk hatibû mafên gelê me bipê kiribû lewre pêwîst e ev dabeşkirina han li gor xwestekên gelê deverê ji nû ve were nirxandin.”




