Nêçîrvan Barzanî: Di firotina petrolê de me ti karekî dijî destûrê nekiriye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê di warê derxistin, hinartin û firotina petrolê de li gorî mafên ku di Destûra Iraqê de ji Kurdistanê re hatine destnîşankirin, tevgeriyaye.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro bi endamên Lêjneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê re civiya.
Di civînê de rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser petrol û bûdceyê, arîşeyên qanûna petrol û gazê, rola Lêjneya Petrol û Gazê di çavdêrîkriina rêkeftinê de, nakokî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin axaftin.
Serokwezîr Barzanî li ser hinartina petrola Kurdistanê wiha gotiye: “Herêma Kurdistanê di çarçoveya mafên destûrî yên xwe de petrolê derdixe, dişîne û difroşe, ji ber wê jî heta niha ti karekî dijdestûrî nekiriye û siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê li ser bingeha mafên destûrî hatiye avakirin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî ye û ji Lêjneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê jî xwestiye, wek aliyê sêyemîn çavdêriya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bike û eger lazim bû tê de guhertinê bike.




