26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û şervan her pêşve diçin.. 110 gund rizgar kirine

Çavkanî: KDP.info

Kobanê- KDP-info- Fermandarekî ji Hêzên Pêşmerge û efserekî li Kobanê dibjên, em berdewam in di azadkirina gundên kobanê de û hejmara gundên azadkirî gihîştiye 110 gundî  û dibjên terorîst niha nema karin bergiriyê li xwe bikin û navçeyek mezin hatiye rizgarkirin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Muslih Zêbarî derbarê pêşveçûnên hêzên kurdî de wiha got: “Ji 3 aliyan ve Hêzên Pêşmerge û şervan pêşve diçin. Ji aliyê rojava bêtirî 30 km pêşve çûne, li başûr bêtirî 25 km, herwiha li rojhilatê Kobanê jî 25 km ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin û niha bi temamî di destê hêzên kurdî de ne.”

Wî fermandarê Pêşmerge li Kobanê derbarê ziyanên DAIŞê wiha got: “Bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin, herwiha duhî 12 çekdarên wan dixwestin birevin Tirkiyeyê lê hatin kuştin.”

Derbarê piştevaniya hêzên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî jî, Zêbarî wiha domand: “Balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniyê, roleke baş dibînin û gellekî alîkariya me dikin û her demekê pêwîst bike tên alîkariya me dikin û li çeperên wan terorîstan didin.”

Hevdem Neqîb Rizgar Behrambi malpera fermî Partî ya Demukrat a Kurdistanê ragihand: “Hêzên kurdî li Kobanê berdewam in di pêşveçûnê de û heta niha bêtirî 110 gund azad bûne û helbet terorîst nema Karin bergiriyê bikin û tenê direvin.”

Neqîb Rizgar Behram wiha got: “Piraniya gundan bê bergirî hatine azadkirin û terorîst karîna wan ya bergiriyê nemaye, tenê duhî li cihekî bergirî kirin û li wê deverê 15 terorîst hatin kuştin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge ew jî zelal kir ku hêzên kurdî bi hemû hêza xwe berdewam in di pêşveçûnê de û balafirên şer bi giranî li cihê dDAIŞê didin û şer jî berdewam dike.

Nûçeyên têkildar