26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bêtirî 30 welatî di Kongireya Komelkujî û Qirkirina Nejadiya Êzîdî û Mesîhiyan beşdar dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê (Kongireya Komelkujî û Qirkirina Nejadî, Pêşeroja êzîdî û mesîhiyan li Iraqê) ragihand ku, biryar e Îro kongir li bajarê Hewlêrê dest bi karê xwe bike û 32 welat jî tê da beşdar bin. Herwiha dibêjê ku raspardeyên vî kongireyî wê bên bilindkirin bo kongirekî navdewletî mzintir ku biryar e di miha bê de li Broksilê were lidarxistin.

Merîwan Neqşebendî ji malperî KDP.info re Ragihand: “Biryar e seat 10 li hola Sead Ebdula Kongireya Komelkujî û Qirkirina Nejadî, Pêşeroja êzîdî û mesîhiyan li Iraqê dest bi karê xwe bike û nûnerên 32 welatan tê de beşdar dibin ku ji bilî wan hersê serokatiyê Iraqê û Herêma Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî û wezaret û çendîn kesayetî akadîmî li cihê cuda cuda tê de beşdar dibin.”

Neqşebendî wiha got: “Di vî kongireyî de ew jinên êzîdî amade dibin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û hinek ji wan destdirêjî li ser wan hatibû kirin û piştre xwe rizgar kiribûn, her di vî kongireyî de behsa çîroka xwe dikin.”

Herwiha ragihand ku, kongire dê 2 roja bidome û ew diştê ku tê de dibine rasparde, dê werin bilindkirin ji bo kongireyekî navdewletî gelekî mezin û dibe ku gelek welatên endam di Netweyên Yekbûyî de tê de beşdar bin, ku ew jî  di 17/3/2015 li Broksilê birêve diçê.

Nûçeyên têkildar