26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Alîkariyên hevpeymaniyê bo Hêzên Pêşmerge berdewam in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr- KDP.info- Sekerterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer dibêjê, alîkariyên hevpeymanan ji bo Hêzên Pêşmergê berdewam in; çi ji aliyê meşq û rahênana Pêşmerga be yan jî bi êrişên asmanî be, lê ew çek û teqemeniyên ku tên şiyandin ne ewên ku dilê me hênik bikê.

Cebar Yawer Sekerterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî berdewam in li ser alîkariya pêşmergan de, ew alîkariya me dikin di perwerdeya Hêzên Pêşmerge de û bombekirina çeperên DAIŞê de, bi tayebetî ji wê dema ku Pêşmerge ewha êriş dike.”

Cebar Yawer vê yekê jî dibêjê: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî berdewam in li şiyandina çek û teqemeniyan bo Herêma Kurdistanê lê belê ew alîkarî ne di wê astê de ne ku em dixazin, ji ber ku me doza çekên pêşketî kiriye lê heta  niha ji me re peyda nekirine, lê bi giştî me qazanceke gellek mezin  ji alîkariyên hevpeymaniyê dîtiye.”

Emîdarê giştî yê Wezareta Pêşmerge basa wê yekê kir ku, Biryar e di van nêzîkan de hinek çekê pêşketî yên hevpeymaniys navdewletî  ji bo Herêma Kurdistanê bên şiyandin. Artêşa Iraqê yek du caran hinek teqemenî şandiye, ku gelekî kêm bûn ne cihê basêne jî.

Cebar  Yawer wiha got ku moralê Hêzên Pêşmerga gelekî bilind e û dinya hemû sersam kiriye ku çawa berengarê rêxistina DAIŞê dibe. Pêşmerge take hêze ku şerê DAIŞê li ser erdê dike.

Nûçeyên têkildar