25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nerwîc spasiya rol û berxwedana Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Mûxîn-KDP.info- Wezîrê Derve yê Nerwîcê spasiya rol û berxwedana Pêşmerge li dijî rêxistina DAIŞê kir, herwiha ragihand ku dê ev berxwedan ji bîra hmû cîhanê neçe.

Di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Nerwîcê Borge Brende civiya.

Piştî bidawîhatina civînê, Wezîrê Derve yê Nerwîcê Borge Brende kêfxweşiya xwe bi rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê de anî ziman û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re got: “Em bi xebata we kêf xweşin, ewa hûn dikin bûye dîmenek nayê jibîr kirin û wê ber çavên hemû cîhanê bimîne.”

Herwiha navborî ragihand ku, ew şanaziyê bi rol û xebata Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi navê gelê Kurd spasiya gel û hikûmeta Newrîcê re kir û got: “Pêwîstî bi bergiriyeke zêdetir heye.”

Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku, Ji bo berdewamiya bergirî û hevkariyê pêwîst e peywendiyên zêdetir hebe.

Nûçeyên têkildar