Serok Barzanî û Merkel şandina çekan bo Pêşmerge gotûbêj kirin

Mûxîn-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şêwrimenda Almanyayê Angela Merkel civiyan û di wê civînê de hevahengî û alîkariyên leşkerî û pirsa şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di çarçoveya 51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî ku duh 06.02.2015an li bajarê Mûxîn yê Almanya destpêkiriye, tê.
Di civîna Srok Barzanî û Merkel de çendîn pirsên girîng di destpêka wan de pirsên rewşa Herêma Kurdistanê û şerê terorê, herwiha di wê civînê de hevahengî û alîkariyên leşkerî û pirsa şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.
Berdewamiya Almanya li ser pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne, mijareke din ya vê hevdîtinê bû.




