26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konferansa Ewlehiyê ya Çîhanî, Serok Barzanî û Ebadî bi hev re civand..Ji hev nêzîktir dibin

Çavkanî: KDP.info

Mûxîn-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kevana Konferansa Ewlehiyê ya Çîhanî li bajarê Mûxîn yê Almanyayê civiyan û herdu aliyan bi erênî behsa civînê dikin û weha lihev kirin ku, nêzîktir hevkarî û hevahengî di navbera wan de hebe.

Di daxuyaniyekê rojnamevanî de, derbarê civîna xwe ligel Serok Barzanî, Ebadî wiha got: “Hevahengiyeke mezin ji aliyê leşkerî ve di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, eşkere ye ku ji aliyê aborî ve jî rêkeftin di navbera herdu aliyan de hatiye kirin û di pirojeya budjeyê de hatiye pesendkirin. Em piştgîriya wê rêkeftinê dikin û kurtir dikin, da ku ew rêkeftin berdewam bibe.”

Serokwezîrê Iraqê wiha domand: “Pir li cem me girîng e, ku em bi hevahengî kar bikin bo rizgarkirina bajarê Mûsilê. Xelkê Mûsilê welatiyên Iraqê ne û pêwîst e em wan biparêzin. Her wek çawa ez li ser rizgarkirina Mûsilê rijd im, Serok Barzanî jî wiha rijd e. Ez geşbîn im bi pêwendiya di navbera me de.”

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekez kir ku, wan civîneke serkeftî ligel Ebadî saz kir û tê de behsa gellek mijarên girîng kirin û wiha got: “Me lihev kir ku, ji niha û pê ve jihev nêzîk bin û haya me ji hev hebe û alîkarî û hevahengî bêtir di navbera me de ji hemû aliyan ve hebe.”

Piştî wergirtina kursiyê serokwezîriyê, ev cara yekem e ku Ebadî ligel Serok Barzanî dicive û herdu aliyan ew hevdîtin bi “gellekî baş” bi nav kirin.
 

Nûçeyên têkildar