26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya çekên zêdetir ji Kurdistanê re dişîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Almanyayê biryar da bi qasî 13 milyon euro çek û teqemeniyan bide Başûrê Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê, di daxuyaniyekê de hejmara wan çek û teqemeniyên ku wê welatê wê bide Başûrê Kurdistanê, eşkere kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê, Almanya wê 30 rokêtên li dijî tankan, 203 çekên bazoka, 4 hezar û 80 tifeng, 40 demançe, 10 hezar bombe, 10 otomobîlên veguhstina leşkeran, 10 amulans, 6 milyon û 500 hezar fîşek û gellek cilên zistanê yên leşkerî bide Başûrê Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya Amerîka ragihand ku Neteweyên Yekbûyî çend caran daxwaz kiriye ku alîkariya Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bê kirin û hewlên zêdetir bên dayîn ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Almanya wan alîkariya di çarçoveya rêkeftineke navdewletî de pêşkêş dike.
 

Nûçeyên têkildar