25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Pêwîst e ji aliyê hizrî ve jî şerê DAIŞê were kirin

Çavkanî: KDP.info

Pîrmam-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di pêşwaziya siyasetmedar Hesen Elewî de ragihand ku, pirsa çawaniya rûbirûbûna terorê û metirsiya wê rastî aramî û asayîşa cîhanî hatiye, lewma pêwîst e ji hemû aliyekî ve şerê wê were kirin bi taybetî jî ji aliyê hizrî ve.

Îro Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwazî li siyasetmedar Hesen Elewî kir.

Fazil Mîranî jibilî bixêrhatina Elewî, dilxweşiya xwe bi wê serdanê derbirî û behsa pêşhatên dawî yên Kurdistan û Iraqê hat kirin, bi taybetî jî şerê Pêşmerge û DAIŞê.
Ji aliyê xwe ve, Hesen Elewî pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Hikûmet û gelê Kurdistanê kir û serxweşî li malbatên şehîdan kir û hêviya selametiyê ki birîndaran re xwest.

Piştre Mîranî, ragihand ku, pirsa çawaniya rûbirûbûna terorê û metirsiya wê rastî aramî û asayîşa cîhanî hatiye, lewma pêwîst e ji hemû aliyekî ve şerê wê were kirin bi taybetî jî ji aliyê hizrî ve.

Fazil Mîranî wiha domand: “Ev şer, şerekî sitemkarane ye ku rastî gelê me heye û hewla têkdana asayîş û aramiya Kurdistanê û destkeftên gelê kurd tên dan, ku ew destkeft bi canfedayî ya Pêşmerge û bi xwîna hezaran şehîdan bi dest hatine.”
 

Nûçeyên têkildar