Serok Barzanî: Sînorên nû bi xwînê tên xêzkirin.. DAIŞ nikare Kerkûkê bixe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, sînorên ku rêkeftina Sykes Picot xêz kirine ne sînorên resen in û niha sînorên nû li navçeyê bi xwînê tên xêzkirin, wek amajeyekê ne bo wan bûyeran ku li Sûriyê û Yemen û welatên din çêdibin. Herwiha da zanîn ku pêwîstiya Pêşmerge li Kerkûkê bi ti hêzeke din nîne û DAIŞ nikare Kerkûkê bixe destê xwe.
Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Elheyat a londonî li odeya operasyonên nêzîk sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de ragihand: "Sînorên ku rêkeftina Sykes Picot xêz kirine ne sînorên resen in û niha sînorên nû li navçeyê bi xwînê di navbera welatan yan di hindurê welatan de tên xêzkirin."
Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, pêwîstiya Iraqê bi awayekî din heye eger bixwaze yegirtî bimîne.
Serok Barzanî Diyar jî kir ku, erebên Sunne mezheb li Iraqê ziyaneke mezin dîtine di vî şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku şer di navçeya wan de ye, bi vê yekê jî gelek gund û bajarên wan wêran bûne.
Herwiha Barzanî behsa DAIŞê dike ku hêza wê rêxistinê di otomobîlên bombekirî, bombeyên vedayî, nîşançî û dîqeta bikaranîna topxaneyan de ye, ji ber gelek pisporên leşkerî ji seranserî dinyayê tevlî wê rêxistinê bûne.
Mesûd Barzanî herwiha aşkere dike ku gelek çekên artêşa Iraq û Sûriyê ketine destê DAIŞê tevî ku dest daniye ser nêzîkî 1700 hemerên amerîkî.
Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ser çekên ku gihiştine destê Pêşmerge û diyar dike ku çekên herî baş ku gihiştine, reşaşên fransî û rokêtên mîlan yên Almanî ne.
Serok Barzanî rêxistina DAIŞê wek encama tundrewiya olî û tundrewiya neteweyî dide zanîn û dibêje, ji bo kurdan şerefeke mezin e ku DAIŞê di meydanê de şikandin. Herwiha tekez dike ku ne DAIŞ û ne jî yên mezintir nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike ku Hêzên Pêşmerge nêzîkî 17 hezar km çargoşe ji destê DAIŞê derxistine û dibêje, eger çekên giran yên pêşketî bikevin destê Pêşmerge ewê şerê leşkerî di zûtirîn dem de bi dawî bikin.
Derbarê rola firokeyên hevpeymana Serok Barzanî got: “Bandoreke wê ya mezin heye, bêyî alîkariya welatên hevpeymanan, dê ew ceng demeke bêhtir dirêj bike û ziyanên mirovî jî dê zêdetir bin, herwiha Îran jî ji wan welatan bû ku destpêşxer bû di alîkariyan de û heta niha alîkarî û hevkariyê pêşkêş dike.”
Serok Barzanî aşkere kir jî ku, gelek caran xwestibû ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî razî bike da ku Mûsilê ji metirsiyê rizgar bike “Lê diyar bû ku Malikîkî gelek kîna wî li dijî Kurd hebû.”
Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha da zanîn ku pêwîstiya Pêşmerge li Kerkûkê bi ti hêzeke din nîne û DAIŞ nikare Kerkûkê bixe destê xwe.




