26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konferansa Ewlekariyê ya Cîhanî doza piştevaniya bêtir bo Pêşmerge dike

Çavkanî: KDP.info

Mûnîx-KDP.info- Di roja yekê  ya despêkirina Konferansa Ewlekariyê ya Cîhanî li Mûnîxê, duhî înê behsa peydakirina çek û  pêdiviyên leşkerî bo kurdistanê hatkirin û rêxistina DAIŞ bi gefeke mezin bo hemû cîhanê hate nasandin.

Di raporteke Reutersê de hatiye belavkirin ku Hêzên Pêşmergê şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê dikin û çendîn navçe ji destê wan rizgarkirine, lewma pêwîst e welatên rojava çek û pêdiviyên leşkerî bêtir ji Kurdistanê re peyda bike.

Di heman raportê de hatiye ku, Wezîrê Derve yê Israîlê Yoval Stoltnîtz ji welatên rojava xwestiye ku çekê bêtir bo Kurdistan û Misir û Urdun û beşeke xuya ji opozisyona sûrî peyda bikin.

Her di nava wî konferansî de daxwaza vê yekê hatiye kirin, ku pêdiviyên leşkerî ji corê çekên modern û alîkariyên darayî bin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê Natoyê Cênz Stoltnbêrg got: “DAIŞ û her gropekî tundrew gefeke mezin in û bi xirabî tundutîjiya xwe li ser hemû navçeyê belav kirine, herwiha terora wan gihiştiye kolanên me.”

Hêjayê gotinê ye Serok Barzanî ligel şandeke Herêma Kurdistanêbeşdarî wê konferansê kiriye û li wir di çendîn çalakî û panel û gotûbêjan dike, ku gotin û gotara Herêma Kurdistanê dighîne hemû beşdarbûyên konferasê.

Nûçeyên têkildar