Parlementoya Îraqê 8 Endamên Komisyona Hilbijartinê Diyar Kirk ku du ji wan kurdin

Parlementoya Îraqê bi mebesta giftûgo kirin di derbarê çendîn proje qanûnên curbicur de civiya û di civîna evro ya Parlementoya Îraqê de meseleya diyar kirin û hilbijartina endamên komisyona serbixwe ya hilbijartinan jî hate nîqaşkirin.
Piştî bi dawî hatina nîqaş û giftûgoyên gerim û girîng yên di derbarê komisyona serbixwe ya hilbijartinan û çawetiya diyar kirina endamên vê komisyona han, Parlementoya Îraqê 8 endamên ku, ji aliyê aliyên siyasî ve hatibûn destnîşankirin xiste dengdanê û her 8 endam ji aliyê Parlementoyê ve hatin hilbijartin û du ji wan endaman jî Kurdin.




