26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê.. Pêşmerge û şervanan 5 gundên din rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, îro Hêzên Pêşmerge û şervanan 5 gundên kaşên setratejîk li herêma Kobanê kontrol kirin. Hevdem tekez dike ku, terorîstên DAIŞê ji wan gundan paşde dikşin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro ji serê sibehê ve Hêzên Pêşmerge û şervanan bi hevre karîn 5 gundên din li derdora Kobanê rizgar bikin. Herwiha li başûr û rojava û rojhilatê wî bajêrî hêzên kurdî pêşve diçin.”

Muslih Zêbarî wiha got: “Li aliyê rojhilat me karî 2 gundên mezin hatin rizgarkirin, ku 20 km dûrî kobanê ne. Herwiha li aliyê rojava 2 gund û kaşên wan, ku cihên setratejîk in hatin rizgarkirin. Ji aliyê başûr jî hêzên kurdî gundê tel Xezal ku 15 dûrî Kobanê ye hat kontrolkirin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Çekdarên DAIŞê paş vedikşin û em jî pêşve diçin û gundan rizgar dikin.”

Nûçeyên têkildar