25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Yekgirtûya Îslamî: Şerê teror û tundrewî bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 21emîn salvegera damezrandina partiya Yekgirtûya Îslamî ya kurdistanê pîroz kir û daxwaz ji wê partiyê kir ku, ji aliyê hizrî ve şerê rêxistina DAIŞê bike.

Serok Barzanî bi helkefta 21emîn salvegera damezrandina partiya Yekgirtûya Îslamî ya kurdistanê peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû endam û alîgirên wê partiyê kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Di vê rewşa hestiyar de karê me hemûyan yê sereke, piştevaniya Pêşmerge û nehiştina terorîstan ne, herwiha parastina yekrêziya niştimanî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê  wiha domand: “Spas ji bo xweda li sayeya xweragiriya gelê me û canfedayî ya Hêzên Pêşmergeyên qehreman terorîstan rastî şikestinên mezin hatine.”

Serok Barzanî ragihand: “Aliyekî girîng ji vî şerî, rûbirûbûna hizra tundrewî ya terorîsta ne. Daxwaz ji we û hemû aliyên siyasiyan dikim ku ji aliyê hizrî ve bi hemû şiyanekî şerê teror û tundrewî bikin û rê nedin bi tu awayekî hizra nemirovane ya terorê li Kurdistanê cîh vebike.”
 

Nûçeyên têkildar