26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Divê Kurdên Sûriyê bibin xwedan mafên xwe

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 17.09.2012ê li bajarê Hewlêrê digel Yunis Demirer sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê civiya.

Di civînê de têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin û her du aliyan tekîd li ser zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di ware aborî û bazirganî de kir.

Her du aliyan behsa mekanîzmeke baştir û aktîvtir ji bo ber bi pêşvebirina bazirganî û hevakrî û hevahengiya di warê aborî û enerjiyê de kir.

Rewşa siyasî û pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê mijareke din a civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Tirkiyeyê yê Îraqê bû. Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, hemû pirsgirêk û arîşe bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê û li gor wan mekanîzmên di destûra Îraqê de hatine destnîşan kirin, bên çareser kirin. Sefîrê Tirkiyeyê jî piştgiriya xwe bi gotinên Barzanî diyar kir û wî jî tekîd li ser çareseriyên bi rêya diyalogê kir.

Di civînê de rewşa Suriyeyê hat nirxandin û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê îşaret bi metirsiya rewşê kir û dilgiraniya herêma Kurdistanê li hember wê hemû xûna li Suriyeyê tê rêtin nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî got:

- Her biryareke gelên surî ji bo diyarkirina paşeroja xwe bide, herêma Kurdistanê dê bi wê biryarê re be. Ya ku ji bo herêma Kurdistanê giringe, rewşa kurd e li Suriyeyê ku, ew ji hemû mafên xwe bê parin û divê bi mafên xwe şad bibin

Nûçeyên têkildar