Kobanê.. Pêşmerge û şervanan 50 gund xistine destê xwe de

Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Muslih Zêbarî ragihand ku, heta niha wan karîne 50 gundan rizgar bikin. Herwiha tekez kir ku çekdarên DAIŞê ji gundan direvin.
Emîd Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro ji aliyê Hêzên Pêşmerge û şernanan ve 2 gundên din hatin rizgarkirin, ku ew herdu gund li cihekî setratejîk in û dikevin rojavayê Kobanê bi dûriya 20 km û nave wan jî Doşana jorîn û xwarîn in û herwiha herdu kaşên li pişt wan jî hatin kontrolkirinû niha hejmara gundên rizgarkirî bûne 50 gund.”
Muslih Zêbarî wiha got: “Metirsiya DAIŞê li ser Kobanê nemaye. Dema ku em êriş dikin, em dibînin ku çawa çekdarên wan ji gundan direvin, herwiha çekên xwe li şûna xwe dihêlin.”




