25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

John MecCain: Em bi navê piraniya xelkê Amerîkayê bi Serok Barzanî gelekî serbilind in

Çavkanî: KDP.info

Amerîka-KDP.info- Şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ligel Senatorê Amerîkayî John MecCain civiya. Wî senatorê amerîkî ew bi navê piraniya xelkê Amerîkayê bi Serok Barzanî gelekî serbilind in ji ber ku kariye bi awayekî serkeftî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de Fermandariya hêzên pêşmerge bike.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de heyeta dezgeha xêrxwaziya Barzanî ligel Senatorê navdar yê Amerîkayê John MecCain civiya.

Di destpêka civîna han de Serokê DXB Şêx Ezîz Şêx Reza spasiya MecCain kir jiber ku heta niha piştgîriya gelê Kurd û doza reva ya gelê Kurd kiriye.

Di beşeke din ya vê civîna han de behsa rewşa niha ya Kuridstanê û kêşeyên ew penaberên ku hatine Kurdistanê û çawetiya hevkarî kirina wan penaberan hatin nirxandin.

MecCain spasiya DXB kir ku kariye bêyî ti cudatî hevkariya wan penaberan bike û herwiha spasiya xelkê Kurdistanê jî kir û got: “Em bi navê piraniya xelkê Amerîkayê bi Serok Barzanî gelekî serbilind in jiber ku kariye bi awayekî serkeftî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de Fermandariya hêzên pêşmerge bike.”

MecCain herwiha eşkere kir ku tevahiya hewlên xwe yên bo pirçekirina Hêzên Pêşmerge bi tevger dike.

Nûçeyên têkildar