25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peykerek ji şehîd Hucam re tê dirustkirin..Çarêyanek bi navê wî tê kirin

Çavkanî: KDP.info

Berdereş-KDP.info- Serokê Bajêrvaniya Berdereş dibêje ku biryar e di naverasta bajarokê Berderş peykerêk bo şehîd Hucam were dirustkirin û çarêyek jî bi nave wî were kirin.

Serdar Şêx Yehya Serokê Bajêrvaniya Berdereş ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e çarêyek di nava bajarokê Berdereş de were dirustkirin û nave wî bibe Şehîd Hucam. Herwiha peykerek jê re were dirustkirin, û me cihê danîna peyker jî diyar kiriye. Dema ku karê me bi dawî hat, emê di rê û resmeke taybet jê re saz bikin.”

Serokê Bajêrvaniya Berdereş wiha got: “Emê bi awayekî mezin alîkariya wî bikin. 2 ji zarokên wî nexweşin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, lewma nûnerê serokwezîrê Kurdistanê serdana wan kir û dê bi dermankirina wan rabe.”
 

Nûçeyên têkildar