Wankê.. % 50 ji welatiyan vegeriyane malên xwe

Wankê-KDP.info- Endamê Encumena nahyeya Wankê Şêx Yûsif Salim Kîkî ragihand ku, heta niha % 50 ji welatiyan vegeriyane malên xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam in li ser alîkariya xelkê.
Şêx Yûsif Salim Kîkî Endamê Encumena nahiyeya Wankê ji malpera KDP.info re ragijhand: “Beriya ku Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî Wankê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin, terorîstan ew dever û nahiye pir bombe kirin, lê xweşbextane tîmên taybet ên Pêşmerge hemû mayîn pûç kirin.”
Kîkî wiha got: “Niha bêtirî % 50 ji welatiyan vegeriya ne ser mal û milkên xwe û pir dilxweş in bi azadkirina wan naveyan ku bi berxwedana Hêzên Pêşmerge hatin rizgarkirin.”
Endamê Encumena nahiyeya Wankê wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam in li ser alîkariya xelkên Wankê.”
Şêx Yûsif Salim Kîkî ragihand: “Hêzên Pêşmerge li sînorê Wankê bi moralekî bilind di çeperê xwe de ne.”




