25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şeşo: PDKê ji bo rizgarkirina Şingalê şev û roja xwe kiriye yek

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şev û roja xwe kiriye yek ji bo rizgarkirina Şingalê. Herwiha tekez dike ku % 65ê sînorê Şingalê hatiye rizgarkirin û tiştê ku maye di demeke nêzîk de dê ew jî bi temamî were rizgarkirin.

Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di dema ku DAIŞ hat nav Şingalê xelkê hemûyan digot PDKê sucdar e ku Şingal ketiye destê terorîstên DAIŞê de, lê piştî hatina Serok Barzanî bo eniya şer û serperiştîkirina operasyonan û rizgarkirina % 65 ji sînorê Şingalê, hemû ew alî bêdeng bûn û nema karîn tiştekî bêjin, ji ber ku naskirin ku PDKê bi xwîna xwe bergiriyê di ber Şingalê de dike û şev û roja xwe kiriye yek bo rizgarkirina Şingalê, kesê ku digotin PDKê sucdar e, ji wan re diyar bû ku kî bergiriyê di ber Şinglê de dike.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Piştî rizgarkirina deverên sînorê Şingalê, xelkên wan navçeyan dest bi vegerandinê kirine û heta niha derdora 40 hezar kes vegeriyane malên xwe. Herwiha gellek jî dixwazin vegerin, ji ber ku piştrast in ku Serok Barzanî nahêle ew navçe têkevin destê terorîstan û tişta ku maye jî dê were rizgarkirin. Çaverê bin, di demeke nêzîk de dê bi temamî were rizgarkirin.”
 

Nûçeyên têkildar