Hêzên kurdî gundên Kobanê rizgar dikin..Pêşmerge bi çekên giran li DAIŞê didin

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, çekdarên DAIŞê ji tirsa hêzên kurdî direvin. Herwiha tekez kir ku Hêzên Pêşmerge û şervan heta niha 42 gund ji yerorîstên DAIŞê rizgar kirine.
Emîd Mislih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê gund bi gundên herêma Kobanê vala dikin, ku ji ber hêzên kurdî direvin û heta niha Hêzên Pêşmerge û şervan heta niha 42 gund ji yerorîstên DAIŞê rizgar kirine.”
Wî fermandarê Pêşmerge li Kobanê diyar kir ku, “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran çeperên DAIŞê li gundên Bûban û Sûsanê li aliyê rojavayê Kobanî bi giranî topbaran dikin.”
Derbarê bombebarana balafiran de, Emîd Muslih Zêbarî wiha doamnd: “Ji îro sibehê ve balafirên hevpeymaniya navdewletî 4 heta 5 caran çeperên DAIŞê li rojava û başûrê Kobanê û bi taybet li aliyê Eyin Betê bombebaran kirine.”




