25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Şahê Ordunê: Terorîst dê berdêla tawanên xwe bidin û encama wan jî ji navçûn e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info– Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kuştina pîlotê Ordunî ji aliyê DAIŞê ve bi tundî şermezar kir û sersaxî ji Şah Ebdullah û gelê Ordunê re xwest.

Serok Barzanî, li ser kuştina pîlotê Ordunî Meaz Kesasibe ji aliyê DAIŞê ve peyamek ji Şahê Ordunê Melik Ebdullah re şand û kuştina pîlot bi tundî şermezar kir.

Peyama Serok Barzanî ev e:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Celaletê Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Ordunê

Bi xemekî zêde ve me nûçeya şehîdbûna Meaz El Kesasibeyê firokevan bihîst, ku bi awayeke dirrindane ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hat şehîdkirin. Ez pir bi tundî vê kirdara nemirovaneya terorîstên DAIŞê şermezar dikim.

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û gelê Ordunê û malbata şehîd dikim û ji bo we hêviya sebr û aramiyê dixwazim.

Meaz qehremanane şehîd bû, xwîna Şehîd Meaz û hemû şehîdên qehremanan li rêya bergirîkirina li bihayan û pêkvejiyan û asayişa xelk û şerê li dijî dujminên mirovatiyê canê xwe gorî kirine, vala naçe û terorîst dê berdêla hemû tawanên xwe bidin û encama wan jî ji navçûn û şikestin e.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar