26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS 3 endamên xwe yê nû ji bo Lêvegera Siyasî destnîşan kir

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info- Duhî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civiya û 3 endamên xwe yê nû ji bo lêvegera Siyasî destnîşankir.

Encumena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê duhî di civîna xwe biryar destnîşankirina sê endamên xwe yê nû da.

Li gorî ku Tahir Sifûk Serokê ENKS di kongireyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku ev birya bi rêkftinê hate stendin ne bi hilbijartinê.

Sifûk diyar kir ku ew endam ji pişka partiyên siyasî di ENKSê de ye. Ew patrî jî ev in Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê.

Hêjayê gotinê ye ku ENKS biryara dûrxistina sê partiyan dabû, û ev endamên nû ketin şûna wan de.
 

Nûçeyên têkildar